Değerlendirme

Dicle AMED

‘Qérina wé jı erde heya arşé  bılınd bu u jı eşa wé (dişil sıfat) erd  qelışi’

(Yakarışları yeryüzünden arşa kadar yükseldi ve acısından yer yarıldı) tasviri Kürt kadınlarının tarifsiz acılarını anlatmak için dile getirdiği en yaygın ve bilinen tanımlamalarından biridir. Ama bu tanımlamanın esas gücünü belirleyen kavramların, olayın acı ölçümü olması değildir; kavramın gücü, acı olayın özne olmaktan çıkması ve kadının acıyı yaşama düzeyinin acının çapını tarifleyen özne değerini temsil etmesidir. Acıyı karşılama ve algılama gücü o acının karakterini belirlemektedir. Bu nedenle Kürt anlatılarında acının, tragedyanın ve hayatın özgürlük ölçüsü kadının o acıyı yaşama biçimi ile belirlenir. Edebi literatürü bu konuda hayli ağır kelimeler ile yüklü olan Kürt kadınlarının son DAİŞ saldırıları ile yeni bir acıyı karşılama ve duruş alma gerçeği ile karşı karşıya kaldığı açıktır. Yani karakter gerçekleştirme süreçlerinden birini yaşamaktayız.

Nûpelda ENGÎN

Kürtler Kürdistan’ın her yerinde kapitalizm sendromuna ve uygarlık cehaletine karşı oldukça kapsamlı mücadele içinde. Bunların toplu neticesi olarak “çete” diye tabir ettiğimiz kofluk, hançerini ensemize indirme fırsatını kollamaya devam ediyor. Göğüs göğse savaş veriliyor. Kürtler bir tek kendi toplumuna karşı değil, doğaya, evrene bil cümle bütün canlılar dünyasına karşı bir halk olarak mesuliyet içinde. Tarihsel, sosyal, evrensel bir sorumlulukla her zamankinden daha fazla iç içe.

Nisan DEVRİM

Kapitalizmin en büyük tehlikesi kendini anlaşılmaz kılmak, zihinleri karmakarışık yapmak. Kendini en gizemli, en sıra dışı sistem olarak gösteriyor. Bizler kapitalist modernite içinde yaşıyoruz ama toplumu en köleleştiren sistem olduğunun ne kadar bilincindeyiz? Ya da bu sistemin ideolojik argümanlarını iyi çözümleyebilmiş miyiz? Bu soruların cevabını bulmak önemlidir

Nûpelda ENGÎN

Kürtler Kürdistan’ın her yerinde kapitalizm sendromuna ve uygarlık cehaletine karşı oldukça kapsamlı mücadele içinde. Bunların toplu neticesi olarak “çete” diye tabir ettiğimiz kofluk, hançerini ensemize indirme fırsatını kollamaya devam ediyor. Göğüs göğse savaş veriliyor. Kürtler bir tek kendi toplumuna karşı değil, doğaya, evrene bil cümle bütün canlılar dünyasına karşı bir halk olarak mesuliyet içinde. Tarihsel, sosyal, evrensel bir sorumlulukla her zamankinden daha fazla iç içe.

Ji Pirtûka Dîroka Jin

 

Ruxmî hemû parçebûyîn û pêkhateyên polîtîk a cuda di lêkolîna Kurdîstan û jinên Kurd de dahurînkirineke gelemperî girîng e. Heta bîrdoziyên fermî yên heyî berdewam bikin di îstîsmarkirina her cure pêkhateyên Kurd re aliyeke vekirî heye û tê parastin. Serberjêr çûyîna ku bi tepisandina dijrabûnên sedsala 19. ya Kurdan de hatiye destpêkirin heta çaryeka dawî ya sedsala 20. berdewam kiriye. Bi sedsala 20. re civaka Kurd pir zêdetir bergirtî bûye, xwe şênber kiriye. Parastina giran ya ku bi bergirtîkirinê re çêbûye bûye çavkaniya pirsgirêkên civakî ya cîdî.

 

Piştî şerê parvekirinê ya Emperyalîsta yekemîn nexşeya welatên cîhanê ji nû ve hatiye xêzkirin. Weke împaratoriya Avûstûrya-Macarîstan di nav împaratoriyên ku hatine hilweşandin de Osmaniyan jî hene û li şûna wî Komara Tirkiyê li Anadolûyê hatiye sazkirin. Bi peymana Lozanê ku di sala 1923'yan de hatiye îmzekirin re Kurdîstan dane parêzgeriya çar netew-dewletan, bi perçekirinê tabiyî welatên mêtingeriyê hatiye kirin, bi statuya mêtîngerî jî behs nehatiye kirin û tune hatiye hesibandin. Ji vê dîrokê ve sêhra pêşketina Kurdîstan û civaka Kurd, di nav sînorên ku cih girtiye bi rastiya şênber ya netew-dewlet re, di çarçoveya polîtîkayên netew-dewlet de pêwîst kiriye ku were destgirtin.

 

Di serhildanên ku di vê pêvajoyê de hatiye pêşxistin de her çiqasî jin di beşeke diyar de derketiye pêş û rola xwe lîstibe jî bi xwîn û mirinê her serhildanên ku hatine tepisandin û hatine têkbirin di gelê Kurd de şopên kûr hiştiye, ya ku vê herî kûr jiyan dike jî dîsa jin e. Rewşa gelê Kurd, dişibe jina ku her roj li hemberî heqaretan, tundiyan û tecawizan şer dike, jina ku bi lêdanê ji mala mêr derdikeve dîsa dema dibe serê sibê dizîvire mala xwe ye. Kurdên ku ji serhildanan hêza wan ya dîrokî tunekirinê re derketine, piştî ku demekî bêdengî jiyan dikin careke din dikevine serhildanan. Piştî her serhildanê di nifşa piştî wê de bêvînbûn pêşketiye, avaniyeke ji hêza cewherî bêpar derketiye holê. Tiştê ku jin di vê demê de jiyan kiriye, her çiqasî jin têkçûyînê qebûl nekiribin jî bêçareseriyê jiyan dikin û her diçe ev kûr dibe.

 

Serokê me li kêleka polîtîkayên ku ji ferdên Kurd re tê pêkanîn formula "sê S" weke polîtîkayeke amûr ketiye dewrê û her tiştên ku ji ferdê paş de maye bi bêesilkirinê nava ferdan vala kiriye diyar dike. Ji bo ku gelan ser hişê wan de bibin (spor, sanat, seks) spor, huner û seksê bikaranîn însanê xilte (tortu), însanê ku nafikire, seranser, afirandina însanên bi dozîn (gudu), enerjiya însanan bi van rêyan kanalîze kirin, bûye polîtîkayên bingehîn ya van welatên serdest. Ev formul ji bo Kurdistanê bi awayê bi rêya "sê F" futbol, fuhuş û fîesta(cejn, pîrozbahî) tê pêkanîn. Di Kurdistanê de fuhuş û futbol ji bo xistina cinsan polîtîkaya herî bi bandor e. Vana piştî şîdeta faşîzma ku hatiye, enerjiya însanan xelaskirin, rêyên jin û mêrên Kurd ji însaniyetiyê derxistinê ye. Li Kurdistanê navê kûrkirina tevlîheviya civakî, bi bikaranîna jinê zilamên Kurd xistin, civakê bêesilkirin fuhuş e. Bi taybetî jî hedef girtina jinê, bi rêya tecawizkirina jin û keçan zilam îşkence kirin, namûsa jinê di bêvînkirina zilam de bikaranîn, di cewher de bi xelaskirina eşqê re jenîna (nabzê) civakê di destên xwe de girtin, civakê dagerkirin (denetlemekirin) armanc dike. Di civaka Kurd ku cinseltî girêkeke kor pêk aniye de awaya pêkhateya namûsê girtina dest û pêşînegirtina li ber evqas îstîsmarkirina cinsela jinê, di azayên civakê de bêçaresertiyek, afirandina bêçaresertî û vîna ku felç bûye dibe tunebûnê. Bi rêya firotina keçên Kurd ku di temenên biçûk de nin re, pêşwazî zilamên pîr kirin, tewisandina zindîbûnên wan yê jiyanê, li wê derê xelaskirina kêfxweşî û hêviya jiyanê ye.

 

Têkiliyên jin û mêr ku bingeha malbatê ye di Kurdistanê de berevajî pêşketiye. Ev têkiliyan, ji hev dûrbûn, biyanîbûn û terzê dema têne gel hevdû xelaskirin girêhişka Kurdê pêk tîne. Ya ku cinsan ji hevdû biyanî dike pêkanîna vê seyra dîrokî ya kevneşopiya ol û sosyala paş e. Û cinsan di saziya malbatê de di tarza teng a paşverû, di çarçoveya têkiliyê malbata taybet hatina gel hevdû re ji girêhişka Kurd re girêkeke din davêjin. Di civakê de ji ber ku têkiliya jin û zilam biqasî ku em bêjin kêm e ji bo jin û zilamê Kurd tenê hatina cem hevdû, di çarçoveya kevneşopiyê de bi armanca malbat sazkirinê ye û ev rewş destpêka di temenê biçûk de xelasbûn e.        

 

Di malbata Kurd de rewşa jinê ji ya mala giştî paşdetir e. Ji ber ku tenê ji Kurd re zayend, bikaranîna zayendê hatiye hiştin, zilamê ku hewl dide xwe di vê qadê de peyt (îsbat) bike û jina ku weke koleyekî her tiştê ku zilam dixwaze stû xwar bike re hatiye şart kirin têkiliya mala giştî ku jiyan dike, îfadeyeke her roj ketina cinsan e. Ferdê Kurd ku hatiye xelaskirin weke dawî di vê têkiliya mala taybet bêrûmetkirinê re hebûna xwe kirin, dikeve şewqvedana îspatkirinê. Zilamê Kurd, di rewşa baş lîstina despota biçûk ya mala tîpîk ya Rojhilata Navînê de ye. Malbat, ji bo gelê Kurd modeleke mîkro ya tevlîhevtir, hatiye rewşeke girêka kor. Rêbertiya me rewşa malbata Kurd wisa didahurîne.

 

"Di esasê de nokteya xelaskirina kesayeta Kurd hinek jî nokteya zayendê ye. Bi taybet malbatîtî, di bingeha zayendê de di bingeha hakimbûna jinê de nêzîkbûna jinê dîsa weke awayeke ji vê pêşdetir  aşîretî, kabîletî û ya herî girîng jî weke çandê, weke kesayet vê çewsandin, a rastî bi xwe tam bêkesayetî ye. Ger ev kesayet vê derbas neke, tu carî siyasî nabe, leşkerî nabe. Ji ber vê sedemê di aliyê civaka Kurd de malbat saziyeke ku divê bi gengaz ji ber çavan were derbaskirin. Li gorî min malbat, di esasê de bîreke bê binî ya bi awayeke herî bi tahloke ketina jin û zilam yê ku hatiye pêkanîn e. Çiqas ketine çiqas ponijî reşahî û kûrahî bûne nizanin. Lewra malbatên ku hatine sazkirin çala têkçûnê ye. Çala xistin, xelaskirinê ye. Di rastiya nasnameya zilamê Kurd ji ya jinekî, ji jinitîyekê wêdetir hatiye kolekirin, di mijara jin de li hemberî rastiya 'gotina jin gotina jiyanê ye' de vekiriye ku nezaneke.

 

Malbata ku hatiye pêkanîn em tune dihesibînin an jî em qala divêtiya derbaskirinê dikin. Kavramaeke wisa girîngî dihewîne. Di nav malbatê de dîktatortî heye, mulkiyet heye, ji her cure maf û hiqûqê bêparbûna jinê û êşa jinê heye. Pir zêde hor dîtin heye. Wek fizîkî beriya her tiştî xelaskirina wê heye, xwestekeke cîddî nîne. Ji bo wê ji hestiyartiya jinê tê qalkirin. Ger ev hemû merc wisa bibin, tabî jin dibe hebûneke ku hatiye girêdan. Tenê dibe hebûneke ku bi hestên xwe jiyan dike û ev jî li hemberî mafên însanan bêhurmetiya herî mezin e, êrîşê herî mezin e. Ji ber vê sedemê ger em bixwazin qala serfiraziya jinan bikin, saziyeke ku wê difetisîne -saziya malbatê- pêwîstiya ji rexnekirineke pir cîdî heye."

 

Kurdên ku xwedî kevneşopiya çanda bi gotin a bihêz in bi navberkariya destanan jiyana xwe, hest û ramanên xwe, ferasetên jiyan û hezkirinê vegotine, hewldana binavkirina xwe pêş xistine. Di civaka Kurd de destan, agit, klamên dengbêjan xwedî ciheke girîng in. Negihîştina hev ya êvîndaran, hebûna hertimî ya Bekoyan, şewitandin û xwelîbûna wan, agitên biêş yên ku bilindî asîmanan dibin ku di destanan de têne îşlemekirin a rastî avaniya civaka Kurd, rewşa Kurdistanê vedibêje. Xwe binavkirin, taybetmendiyeke bingehîn ya civakbûnê ye. Yên ku ji vê bêpar bin, civaka ku nikare xwe binav bike mirî ye. Xwe binavkirin afirandina bîrdoziyeke. Ramanên hevpar yên ku hatine rewşeke vînî ya Kurdan tunebû. Li kêleka welatê ku hatiye parçekirin aşîret û malbatan parçebûyînek bi xwe re anîbû û tarzê jiyana heyî di nav her malbatek bi xwe de tek tek ferdan perçe dike. Jina Kurd di nav vê ketinê de, di navendê de cih digire. Ji vîn pêkanînê, ji asta afirandina yekîtiyê pir dûr, bêvîn, jiyana wê wek canên mirî divejîne (canlandirma) û kalibên helwesta bîrdoziyan a resmî dubare dubare diafirîne. Yakinmaya-bêsertiya Ehmedê Xanî û xwesteka rêbertiyê, bi xeyala yekbûna parçetîtiya Kurdan re dikare pêk were. Serbixwe û yekbûyîna welatê Kurdistanê, ji bo jiyana azad a ferdê Kurd tek şertê sereke ye. ger evînek were jiyankirin, tenê di welateke azad de wê were jiyankirin. ger nebe encama hemû evînan şewat û xwelîbûn e. Ehmedê Xanî, ji ber ku ji Kurdan re bêpirtûk neyê gotin Mem û Zîn nivîsîbû lê di welatê Kurdan de, ji sedsala 16. heta sedsala 20. agirên wisa bilind bûbûn kî pirtûkên ku paş de mabûn na pelan jî şewitîbûn, hatibûn tunekirin, dilê Kurdan avêtibûn nav agir. Jin tam di nîvê vê agirê de bû û weke welatê xwe her roj dişewitî, her roj dihate şewitandin, her roj êşa ji dûrketina cewhera xwe jiyan dike. Dema kok hucrebêyînê hatiye jibîrkirin, kokê wan bêav hatiye hiştin, hatiye ziwakirin. Ji bo jinên Kurd aynayeke ku bikaribe xwe bibîne, feraseteke jiyanê ku bikaribe xwe binav bike pêwîst bû. jina Kurd ku bi rastiya bêpirtûkbûyînê re agirê ocaxa ku di neolîtîkê de tutuşturma kiribû tefiyaye, koz zîviriye xweliyê, hata îklîmeke ku bi bayê xweliyan jî tune bike pêk hatibû. Rewşa jina Kurd jî ji van xweliyan necuda ye. bi şikestinan re ji agirê jiyana ku hatiye tefandin paş de tenê kulmeke kul mabû. Çi qebûlkirin û çi qebûlnekirina jinê nediyar bûye. Ji ber ku dayatmayên zilam, sîstem û kevneşopiyan ji wê re qader e. nêzîkbûna wê ya zayenda xwe re jî li gorî berjewendiya zilam e. bêzayendbûyîn pir kûr e. kevneşopiyan weke însan hesibandina wê jî asteng dike. Zilam, biqasî ku jin di aynî sofrê de pê re nikaribe xwarin bixwe însan nahesibîne lê jin ji bo vê tê razîkirin. Jina ku çavkanî û afirîneriya jiyanê ye destpêkê tecawizî îşgalciyê her serdestan tê.

 

Ruxmî ku "jin jiyan e" were gotin jî rastiya jina afirînera jiyanê tê tunekirin, bi xwe re jiyana Kurd jî gav bi gav tune dike. Berê peyva "jin dara şikestî ye" îfadeya kurt ya vegotinê a rewşa ku jin ketiye navê ye. ji bo şînbûyîn, fîlîzbûyîna her biharê, bereketa pêşwazîkirina her kesê, hembêzkirina axê, bi fêkiyan xwedîkirina însaniyetiyê, bi îlacan dermanbûyîna birînan û ji bo pelê şîn gotina "dara şikestî" ji biçûkdîtinekî zêdetir acimayeke bi êşê re rastiya şikestinan tîne ziman dihewîne. Zilamê ku ugramişî şikestinên çandî jî niha ruxmî ku vêna zîvirandina bahaneya azadbûnekê pir lewaze jî şikestinên zayendî ku jin rû bi rû ye bi êş û bi bêçareserî îfadeya farkkirinê ye. dema hatina çaryeka dawî ya sedsala 20. Ev dara şikestî êdî ziwa bûye, bitemamî çiqlên wê hilweşiyaye, kokê wê ziwa bûye û bi tunebûnê re tevlî axê bûyînê re rû bi rû maye.

 

Di vê rewşê de jina Kurd dikare xeyalekî sazbike?

 

Xeyaleke ku axê av bide, xeyaleke ku ji darên ziwabûye re can bide dikare sazbike?

 

Rewşa nesnebûna jinê, her diçe dikeve kûrahiya bataklikekî, ji çûyîn û tunebûna wê re duşeke ku bibêje "bisekine", kêliyekî duşa azadbûnê dikare bifikire?

 

Di kêleka cihê dîrokî, destkeftî, binketinên jina Kurd, biqasî zanîna aliyên wê yên bi hêz aliyên wê yên lewaz yê bêhêz ku hatiye hiştin jî rastiyeke wê ya din girîng heye kî ew jî zanîna bi gavên azad pêşketina berxwedana dîrokê jî somurulme, ezîlme û koleleşmeya ku di dîrokê de tê jiyankirin derxistina zanistiyê ye. Di navbera uçuruma bi dîrokê re Kurd û bi dîrokê re jin de di aliyê serdestan de weke zanebûnî hate kûrkirin. Berdêla ji dîrok Qutkirinê bi tune hesibandinê re, bi îspatnekirina hebûna xwe re jî, bi nekarî xwedî derneketina zimanê xwe, çanda xwe re me da. Nerdeyse weke kesayet biqasî parçecikên atomalti parçebûyîna me, ruh haliyê me yê binketinê, ji rêyên ku diçe serkeftinê zêdetir di bingeha fikiriandina başarisiztiyê de ji zanistiya dîrokê qutbûyîn heye. merhaleyên destpêkê ya jiyana me ya şexsî çawa ku di kesayeta me de hêza bandoreke diyar e ji bo civakan jî, çand û rastiya dîroka ku vejiyaye xwedî heman hêza bandor e. kesayet, butuniyeke pêkanîna paşeroj, kêlî û pêşerojê ye. gelek degîşkenên ku kesayetê pêk tîne hene. Lê belê di navbera vana de diyarkeriya mercên van çevreyan zêde ye. ev jî vê nîşanî me dide. Di nav her ferdî de avaniya çanda ku têde ye heye û hemû jiyana ferdê ji çanda vê avaniyê bandor dibe. îdeal û îlgiyên ferdan ji aliyê van avaniyan ve teşe digire. Di avanî û belleka her kesên ku azayê civakeke ji wê civakê parçeyekî tê dîtin. Yanî di pêkhatina kesayetê de faktorên çandî ji faktorên biyolojîk bandortir e. biqasî di aliyê ferdan de di aliyên civakê de jî ev rewş derbasker e. bidestxistina nasname û kesayeta civakek ger bingeheke çandî ya dîrokek a bi hêz ku ew civak bikaribe xwe bisipêre hebe dikare pêk were. Dema em dîroka xwe lêbikolin ev bingeh ji bo jina Kurd emê bibînin ku di asta bingehê bihêz û xwedîkirina hemû însaniyetiyê emê bibînin. Hêza zindîkirî, hînkirin û rastiyeke bişewat ya dîrokê heye. di dîroka me de tenê em nikarin weke çandeke berxwedanê, mîraseke azad ku ji me re hatiye hiştin binêrin. Weke parçeyeke dîroka ku jiyan dike divê em xwe jî bibînin û xwedî li berpirsiyariyên dîrokê derkevin. Ev berpirsiyartî tenê ne sekneke li hemberî xerabî, qirêjîyên dema me ne. Pirsgirêkên ku ji însanan re ji klanên civaka destpêkê ku mane bi kûrbûyînê ku rewşa aloziyê girtine çareserkirina bitunî ji armancên me yê berbirsiyartiyên bi wate ye.

 

Hêzên îktîdar yên baviksalariyê tahakkumkar, bi hezaran salin mejiyê însanan bi dogmayan, bi aliyên xemilandî re dadigirin û ji nirxên xwe yê cewherî hatine dûrxistin. Însaniyetiya ku ji rastiya xwe ya cewherî hatine qutkirin, ji bo sîstemê tu carî nikare bibe hêzeke tehdîdê. Jibo xelasbûna ji van tayan û azadbûnê çavkaniya herî bi hêza binirx, bi nirxên xwe yê cewherî re bûlûşmakirinê, bi dîroka xwe re ketina nav têkiliyê ye. Dîroka me, civaka neolîtîk ku cewhera jinê bi xwe ye, destkeftiyên ku jin ji însaniyetiyê re ser xistiye, bandorên ku heta roja me ya îro jî radixe ber çavan, bi îzahên dîrokî û civakî ya windakirinê re jî ser û bin kirina dîroka derewîn ya heta roja îro re derdixe holê. weke zayend jin bi aliyên xwe yê ku lewaz ketine re, zanîna aliyên xwe yê bi hêz, azmê xwe yê li hemberî bêhêztî û paşverûtiyan re têkoşîn kirin, cesareta derbaskirin û baweriya serkeftinê pêş dixe. Her çiqasî paşverûtî, kirêtî û yanilgiyên wê hebin jî rastiya hêza derbaskirina van ya jinê, rastiya ku dîroka berxwedanê aniye vê rojê ye û ruxmî hemû êrîşên civakê berdewamkirina hebûna xwe jî kaniteke vê ye. çêbûna Mezopotamya destpêkê di şoreşa neolîtîkê de bûyîn, her çiqasî di qadên civakî, siyasî de hatibe xelaskirin jî weke ruhî hê jî jiyankirina tomurcukên wê, biqasî rûmetdarkirina jina Kurd berpirsiyariyên girantir barî me dike. Dema cihê wê were em dê hewl bidin vana weke bi ayrinti vekin, rêya xwe ya azadiyê bi wate bikin. Ji ber ku, ger di Kurdistanê de jiyaneke azad bibe dê ew bi jinê û bi derketina azadiya jinê re bibe.                                                                                               

 

KJB

Demokratik Konfederalizm Önderi Abdullah Öcalan’ın yeni bir örgütlenme modeli olarak kadının gündemine koyduğu Yekitiya Jinen Azad ( YJA-Özgür Kadın Birlikleri) örgütlenmesi gerçekleşen 1. KJB kadın özgürlük kurultayında ortaya çıkan sonuçlar temelinde oluşturuldu...

YJA

YJA (Yekitiya Jina Azad) 20-24 Haziran tarihleri arasında Medya Savunma Alanlarında 100 delegenin katılımıyla 2. Konferansını gerçekleştirdi. ‘Azadiya Reber APO Azadiya Jine ye’ şiarı altında gerçekleşen Konferans, Kürdistan’da silahlara karşı taş...

YJA-Star

Kürdistan kadın özgürlük hareketinin meşru savunma gücü olarak tanımlanan YJA STAR (Yekiniya Jinên Azad-Star), kadının meşru savunma temelinde örgütlenmiş ve teknik olarak donanmış askeri bir yapılanma. Kürdistan meşru savunma gücü olan Halk Savunma Güçleri...

© 2018 PAJK Partiya Azadiya Jin a Kurdistan